hezkirina min
bi her kuştiyekî re
perçe bû
û di nav dilên wan de veşarî
bi hemî evîndaran re çû...
hestên min,
bi tavayê qirkirinan re
birîndar bûn,
di zemanê komkujiyan de
di bîna mirinan de asê man...
hêstîrên çavên min
tevî dîxana daristanan bûn,
bi leyistikên zaroyan re,
bi koçberiya hechecikan re
belav bûn...
jiyana min
bi guleyê ve
ma daliqandî,
dîwaran beharîn min xwarin,
sînor hemî deyndarê emrê min man...
temenê min,
gi girtîgeha demê de
dîl bû,
hîç têrî demsala nêrgîzan,
jimartina stêran,
di himêza êgir de germiya destên yaran
nebûm...
heya niha
mezin nebûm
ne jî ***ûk mam...
Temenekî Nîvkuştî
- Siyabend
- Belawela Muhtarı

- Mesajlar:19658
- Kayıt:15 Eki 2006 12:05
- Ruh Hali:Mutlu
- Cinsiyet:Erkek
- Burç:Kova
- Takım:Galatasaray
Re: Temenekî Nîvkuştî
Teşekkürler..
-
hewidar
- Yarbay

- Mesajlar:2950
- Kayıt:18 Ara 2008 18:04
- Ruh Hali:Yorgun
- Cinsiyet:Erkek
- Burç:Koç
- Takım:Galatasaray
Re: Temenekî Nîvkuştî
çok güzel bir bir şiirdi gerçekten paylaşım için teşekkürler
